Kurdistan
Li Mêrdînê perasyona KAPAN-1 BAGOK ê destpêkir
PeyamaKurd- Wezareta karên hundir ya Tirkiyê ragihand ku li bajarê Mêrdînê, bi tevlîbûna 915 cendirme, polîs û cerdevanan operasyona bi navê KAPAN-1 BAGOKê daye destpêkirin. Wezareta karên hundir weha ragihand:
“915 kesên ku bi ser alaya cendirmeyan ya Mêrdînê ve ne, komando, tîm û cerdevan tevlî operasyonê dibin.”
Operasyon li dijî PKK ê çêdibe û eger ji çekdarên wan kes nekeve destê dewletê, wê ew ciyên ku PKK xwe di wan de dihewînin ji holê rakin. Ji niha de 13 kesên ku ji wan guman têkirin, ji aliyê hêzên navborî de xistine binçav.