TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mêrdînê pevçûn: Kustî û birîndar hene

📅 07 îlon 2019 18:03

PeyamaKurd -  Li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên polîsên Tirk û gerîlayên PKKê de polîsekî Tirk mir û cerdewanek jî birîndar bû.

Îro dane sibehê li herêma Omeriyan a navçeya Mahsertê ya girêdayî Mêrdîna bakurê Kurdistên, di navbera hêzên taybet û gerîlayên PKKê de şer û pevçûn derket. Di encama wî şerî de polîsekî taybet mir û cerdewanek jî birîndar bû.

Hat diyarkirin ku cerdewanê birîndar bi helîkopterê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Merdînê û tê gotin ku operasyonên li herêmê berdewam in.

Berî 3 rojan jî ajansa fermî ya Tirkiyê (AA) ragihandibû ku li heman herêmên di encama teqîneke bombeyî de leşkerekî tirk jiyana xwe ji dest daye 2 leşker jî birîndar bûne.

Parve bike: