Kurdistan
Li Meresê erdehejeke bi hêza 4.7 çêbû
PeyamaKurd - Li bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê îro danê êvarê erdhejeke tund çêbû.
Rêveberiya Afat û Rewşên Lezgîn AFADê rahihamd ku li demjimêr 19:06 erdhejeke bi mezinahiya pileya 4.7 rû da.
AFADê daye zanîn ku navenda erdhejê navçeya Goksun e û kûrahiya lerzê jî 7 km bûye.
Li aliyê din Çavdêrxaneya Kandilli jî hêza erdhejê wekî 4.4 û kûrahiya wê 5.4 km ragihandiye.
Derbarê ziyanên vê erdhejê de hîn ti agahî nehatine.