TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Meresê erdhej çêbû

Admin H
Nivîskar
📅 19 gulan 2024 12:46

PeyamaKurd – Li bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê bi hêza 3,6 a pileya rixterê erdhejekê rû da.

Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand ku îro li demjimêr 06:26ê  beyaniyê erdhejek çêbû.

Li gorî daneyên AFADê erdhejê li navçeya Onikişubat a Mereşê di kûrahiya 10,78 km a erdzemînê de rû daye.

Bajarê Mereşê di erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên bi ser 7 pileyan de, ziyaneke mezin dîtibû û hê jî erdhejên bi pileyên navên berdewam dikin.

Parve bike: