Kurdistan
Li Meresê erdhejeke bihêz çêbû
PeyamaKurd - Li bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê, îro beyaniyê erdhejeke bihêz rû da.
Hate ragihandin ku navenda erdhejê navçeya Goksun e û pileya wê jî 4,2 ye.
Li gorî Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) erdhej li demjim3er 10:05an di kûrahiya 22.17 km de rû daye.
Li aliyê din Çavdêrxaneya Kandillî ya Zanîngeha Bogaziçiyê jî pileya erdhejê wekî 4,1 ragihand.