TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin: Çarenivîsa wan nediyar e

Admin H
Nivîskar
📅 07 tebax 2026 20:05

PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan Kolber Newsê ragihand, hêzên ewlekariyê yên Îranê li gundê Ney yê girêdayî bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê bi ser malên welatiyên Kurd de girtine û 6 welatî binçav kirine ku heta niha çarenivîsa wan nediyare.

Kolber Newsê eşkere kir ku ev girtina girseyî û takekesî di 6ê Tebaxê de pêk hatiye. Hêzên ewlehiyê yên Îranê bi çend wesayîtên leşkerî êrîşî gund kirin û bêyî hinceteke yasayî yan biryareke dadgehê nîşan bidin, bi ser malan de girtine û welatî binçav kirine.

Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne:

Zanyar Ebdullah, Arya Eta, Piştîwan Mihemed, Saman Umer, Hawrê Ebdullah û Şaro Şewket e.

Li gorî raporê, aqûbeta şeş welatiyên ku hatine binçavkirin hîn nediyare, tu agahî li ser sedema binçavkirina wan nehatiye zanîn, herwiha heta niha sedema ku pê tên tawanbarkirin û cihê lê tên girtin jî nayê zanîn.

Parve bike: