TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mersin ê jî Newroz hat pîrozkirin

Admin M
Nivîskar
📅 22 adar 2019 00:49

PeyamaKurd- Li bajarê Mersina ser qerexê Behra Sipî, ji aliyê HDP ê de Newroz hat pîrozkirin. Bi hezaran kes tevlî Newrozê bûn. Li bajarê Mersinê bi sedema ku Kurd qelebalixin, di her hilbijartinê de şaredariya navendî ji aliyê Kurdan de tê qezenckirin.

Di çarçoveya bernama pîrozkirina Newrozê de piştî nîvro xelk hêdî hêî ber bi meydana Tırmılê de çû ku Newroz li wê derê hat pîrozkirin. Hunermend stranan gotin û xelk slogagan avêtin. Li gor çapemeniya Tirkiyê li dora 10 hezar kes tevlî pîrozbahiyê bûne.

Di meydana Newrozê de di destê hinekan de ala Tirkiyê bi ya HDP ê re hatibû bilindkirin.

Parve bike: