TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mersinê bi tohmeta PKKê 11 kes hatin binçavkirin

Admin M
Nivîskar
📅 15 sibat 2020 02:11

PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Mersînê ku dikeve ser qerexê Derya Sipî û bi sed hezaran Kurd lê dijîn, bi gumana ku PKK yî ne û di nava rêxistina gêncan de dxiebitin, 11 kes hatin binçavkirin. Li gor ragihandina fermandariya cendirme ya parêzgehê, bo bergiriyê li tevgerên PKK ê bigrin da di salvegera girtina serokê PKKê Abdullah Öcalan de nekevin nav tevgerekî, 11 kes di heman wextê de hatin binçavkirin.

Li gor fermandariya cendirmeyan; li malên kesên binçavkirî dokumanên rêxistinê û alavên dîjîtal xistine dest û lêpirsîna wan ya li fermandariya cendirmeyan dewam dike.

Parve bike: