Kurdistan
Li Minbicê 3 jin hatin qetilkirin
PeyamaKurd – Li gorî nûçeyeke Ajansa Mezopotamyayê (MA) Di encama êrîşa dewleta tirk a bi ser Minbicê de 3 endamên wê hatine qetilkirin.
Di daxuyaniya Meclisa Jinê ya Zenûbiye de hate gotin ku endamên wê Qemer El-Sûd, Eyşe Ebdulqadir û Îman hatine qetilkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Şehadeta hevrêyên me ne dawiya têkoşîna wan e, berovajî vê yekê destpêkeke nû ye ji bo nûkirina soz û wefadariya me ya ji bo azadî û serxwebûnê.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “Qemer, Ayşe û Îman li dijî hêzên tarî û dijmin şerekî xurt kirin û di parastina Minbicê de berdêlên mezin dan” û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku demildest êrîşên Tirkiyeyê rawestînin.