TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mûsê 15 rojan hemû cureyên çalakiyan hatin qedexekirin

Admin H
Nivîskar
📅 04 mijdar 2019 19:23

PeyamaKurd - Bi biryara Parêzgeriya Mûşê ji bo 15 rojan li bajar hemû cureyên çalakiyan hatin qedexekirin.

Parêzgeriya Mûşê bi daxuyaniyeke eşkere kir ku li bajar hemû cureyên çalakîyan heta 15 rojan hatiye qedexekirin.

Parezgeriyê di daxuyaniya xwe de got: ''Bi armanca parastina ewlekariya netewî, parastina ewlekarî û sîstema giştî, rêgirtina li tawanan, rêgirtina li maf û azadiyên bingehîn û herwiha parastina asayîşa giştî ji 4ê mehê pê de 15 rojan li navenda bajêr civîn û hemû çalakî hatine qedexekirin.''  

Qedexeya li bajar îro dest pê kir û wê heta 18ê Mijdarê berdewam bike.

Parve bike: