Kurdistan
Li Mûsê ji bo 15 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin
PeyamaKurd – Parêzgeriya bajarê Mûşê biryarê da ku heya 15 rojan di nav sînorê bajêr de ti çalaki nê lidarxistin. Her çalaki bi îzna parêzgehê ve hat girêdan.
Li gor biryara parêzgehê civînên salon û yên ciyên vekirî, tevgera rûniştinê, vekirina stendan û konan, greva birçîbûnê, belavkirina belavokan û çalakiyên weka wan ji 1 ê êlûnê siet ji 00.01 ê heya 15 ê êlûnê siet 23.59 an hatine qedexekirin.