Kurdistan
Li Mûsilê 1.5 mîlyon dolarê ISID ê hat girtin
PeyamaKurd – Li bajarê Mûsilê hêzên asayîşa Iraqê di operasyonan de 1.5 mîlyon dolar perê İŞİD ê desteserkirin. Wezareta karên hundir ya Iraqê ragihand ku wan operasyona İŞİD ê kirine û di operasyonan de Mûsilê kirine navenda operasyonê. Bi 1.5 mîlyon dolar ve 17 mîlyon Dînarên Iraqî û 16 kîlo zêr bidest xistine.
Wezaret ragihand ku wan van pere û zêran, di malekî ku ji aliyê İŞİD ê de weka depo dihat bikarnîn de dîtine.