TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mûsilê teqînek pêk hat: Kustî û birîndar hene

📅 09 adar 2019 14:56

PeyamaKurd - Li parêzgeha Mûsilê bi wesayîteke bombebarkirî teqînek pêk hat û di encamdana teqînê da 2 kes mirin û 16 kes birîndar bûn.

Serokê Komisyona Ewlekariya Bajarê Mûsilê Mehmûd el-Cubburî derbarê mijarê da daxuyanîyek da û dîyar kir ku wesayîteke bombebarkirî li restoraneke li navenda bajêr hatîye teqandin.

Cubburî teqez kir ku di wê êrîşê da 2 kesan jîyana xwe ji dest Dan û 16 kes jî birîndar bûne. Hezên ewlekarîyê li herêmê dest bi lêpirsînê kirin.

Parve bike: