TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navça Sêwerekê kesekî bi sîlih birîndar bû

Admin M
Nivîskar
📅 30 îlon 2024 23:37

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêwerekê ber destê êvarê kesekî bi sîlih birîndar bû. Êrîşker ji ciyê bûyerê reviya û polîs ji bo wî desteser bike, ket pey wî.

Bûyer ber destê êvarê li Sêwerekê li taxa Şirinkuyu qewimî. Di navbera du kesan de munaqeşe çêbû û kesê hêj nasnama wî nehatiye tesbîtkirin, bi demançê li A.İ. (49) xist.

Kesên li der û dor birîndar bi otomobîlê birin nexweşxana Sêwerekê ya dewletê. Polîs ji bo girtina êrîşker dest bi operasyonê kir.

Parve bike: