Kurdistan
Li navçên Hezzo û Sason rêyên 33 gund û 50 mezrayan ji berfê hatin girtin
PeyamaKurd – Bi sedema barîna berfa zêde li navçên bajarê Batmanê li Hezzo (Kozluk) û Sason rêyên 33 gund û 50 mezrayan hatin girtin. 11 kesên ku ji ber berfê di rê de mabûn hatin rizgarkirin.
Tîmên vekirina rêyan ragihandin ku xebatê dikin da rêyan vekin lê divê ajotvan ji bilî rêyên destnîşankirî di rêyên din de neçin.
Li aliyê dinê 11 kesên ku di nav mînîbusê de li ser rêya mezra Tirgan a Hezzo ji ber berfê asê bûn, tîmên rizgarkirinê wan xelas kirin.