Kurdistan
Li navçeya Sîlvan a Urmiyê 2 kolber hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, du kolberên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand, îro 28ê Hezîranê danê sibê li devera Sîlvana ya bajarê Urmiyê, komek kolber rastî êrîşa pasdarên Îranê hatin.
Hat ragihandin ku di wê êrîşê de 2 kolber hatine kuştin û kolberek jî birîndar bûye ku hîn nasnameyan wan kolberan eşkere nebûye.