TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navenda bajarê Efrînê otomobîlek hat teqandin

Admin H
Nivîskar
📅 05 îlon 2021 21:52

 PeyamaKurd – Li taxa Efşrefiyê ya bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê otomobîleke bombebarkirî hat teqandin.

Li gorî zanyariyan teqîn li taxa Eşrefiyê ya li navenda bajarê Efrînê bi rêya otomobîleke bombekirî rû daye û di teqînê de kesek hatiye kuştin û kesek jî birîndar bûye.

Çavkaniyên herêmê ragihandine ku ji ber teqînê zirareke mezin gihîştiye avahiyên derdorê.

Derbarê teqînê de, rêveberiya xwecihî ya Efrînê ku di bin kontrola Tirkiyê de ye, hîn ti daxuyaniyek nedaye.

Herwiha heta niha ti aliyekî berpirsyariya teqînê li xwe negirtiye.

Parve bike: