Kurdistan
Li navenda Efrînê motosikletek hat teqandin: Birîndar hene
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 21ê Tebaxê piştî nîvro li navenda Efrînê teqînek çêbû.
Li gorî çavkaniyên xwecihî li Kolana Servîs a taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê, motorsîkletek teqiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Piştî teqînê jî rêyên têketin û derketina ji bajêr hatine girtin.