Li nexwesxaneyên Helebce ti nexwesên koronayê nemane
PeyamaKurd - Tenduristiya parêzgeha Helebcê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li nav nexweşxaneyên bajêr ti nexweşekî koronayê nemaye.
Berdevka tenduristiya parêzgeha Helebcê, Dr. Şanaz Neqşbendî ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, ti nexweşekî Koronayê li nav nexweşxaneyên Helebcê nemaye û hemû baş bûne û çûne malên xwe.
Dr. Şanaz Neqşbendî dibêje, “Nêzîkî 20 rojan e ti kes li Helebcê bi Koronayê nemiriye û ti kes jî bi Koronayê neketiye. Ji ber wê jî em spasiya tevahiya nojdar û karmendên tenduristiyê dikin ku bi fedakariyek mezin rûbirûyî Koronayê bûn. Em spasiya welatiyan jî dikin ku şîretên tenduristiyê bicîh tînin.”
Li gorî amarên fermî, heta niha li parêzgeha Helebcê 3 hezar û 99 kes bi Koronayê ketine. 2 hezar û 955 kes baş bûne û 153 kes jî ji vîrusa koronayê mirine.