Li Nînowayê di sê gorên komî de termên 37 kesan hatin dîtin
Li sînorê parêzgeha Nînowayê, di sê gorên komî de termên 37 kesan hatin dîtin. Rêveberê Peymangeha Bijîşkî ya Dadwerî ya Herêma Kurdistanê Dr. Yasîn Kerîm ragihand ku ev gor li herêmên Hermatî 1 û Hermatî 2 yên Mûsilê û li herêma Hewîceyê ne.
PeyamaKurd - Dr. Yasîn Kerîm diyar kir ku di gora Hewîceyê de 17 term û di her du gorên Hermatî de jî nêzîkî 20 term hatine dîtin. Wî da zanîn ku her çend şahid dibêjin ev term yên pêşmergeyên di şerê DAIŞê de windabûyî ne jî, ji bo nasîna nasnameya wan divê li ser budceya hikûmeta Iraqê pişknîna DNAyê were kirin.
Cîgirê Serokê Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî Lîwa Seyîd Hejar eşkere kir ku heta niha çarenûsa 24 pêşmergeyên di şerê DAIŞê de bêsereûşûn bûyî nayê zanîn.
Seyîd Hejar tekez kir ku berpirsên Herêma Kurdistanê bi hûrî vê dosyeyê dişopînin û tîmên wan li her devera gumanbar lêkolînan dikin da ku termên wan bo nava malbatên wan paşve vegerînin. Tevî ku sal di ser re derbas bûne jî, hewldanên saziyên peywendîdar ên ji bo diyarkirina çarenûsa pêşmergeyên windabûyî berdewam dikin.