TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Nisêbînê erebeyekî wergeriya: 1 mir û 1 birîndar bû

Admin M
Nivîskar
📅 25 tebax 2026 16:14

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Nisêbînê li gundê Hatxê (Yandere) ereba bazirganî wergeriya û di encamê de kesekî mir û yek jî birîndar bû. Sedema bûna qezayê ew e ku ajotvan desthilata erebê wenda kir û erebe li kevirên kenarê rê ket.

Bi sedema erebe li keviran ket, 2 kesên di erebê de bûn, yek ji wan mir û yê din jî birîndar bû.

Bi sedema qezayê tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndarî birin nexweşxana dewletê ya navça Nisêbînê.

Parve bike: