Kurdistan
Li Nisêbînê kesekî xwe teqand û kesekî jî bi saxî ket destê asayîsê
PeyamaKurd – Li navça Nisêbîna bi ser bajarê Mêrdînê di dema hêzên asayîşê operasyon kirin ser malekî, tê gotin ku 2 kesên andamên rêxistinê li wir bûne û di encamê de yek ji wan bi xwe de bombe teqandiye û kesê din bi saxî ketiye dest. Bûyer li taxa an ku gundê Yenituran ku navê wê yê Kurmancî nehat zanîn bûye.
Dema hêzên asayîşê agahiyê digrin ku 2 endamên rêxistina YPG ê li wê malê ne dora malê bi alavên zirxî digrin û davêjin ser malê.
Lêpirsîna li ser bûyer ya ji aliyê dewletê de dewam dike.