TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Parlemantoyê bombebarankirina navçeyên sînorî hate sermezarkirin

📅 06 tîrmeh 2019 17:05

PeyamaKurd - Parlemantoya Kurdistanê îro ji bo çend pêşniyazên yasayî civiya û tê de bombebarankirina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hate şermezarkirin.

Di destpêka civîna Parlemantoyê de, Seroka Parlemantoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd bombebarankirina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û kuştin û birîndarkirina welatiyên sivîl şermezar kir û ragihand, li gor destûra Iraqê, Hikûmeta Iraqê di ber parastina sînorê Herêma Kurdistanê de berpirs e.

Seroka Parlementoyê ragihand jî, daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin bi erkê xwe yê parastina sînor rabe û kesên ziyan ji bombebarankirinê dîtinê qerebû bike.

Pêştir jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kiribû, Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) baregehên xwe ji gundan dûr bixe, ta ku bi sedema şerê di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de welatiyên sivîl nebin qurbanî.

Demek e artêşa Tirkiyê (TSK) bi hinceta hebûna gerîlayên ê PKKê navçeyên sînorî yên Herêma Kuridstanê bombebarankirin dike, di encamê de hejmarek welatiyên sivîl hatine kuştin û birîndarkirin. Herwiha hejmarek gund jî vala bûne.

Parve bike: