Kurdistan
Li Patnosê kesekî bi çek êrîs kir: 2 kustî û 2 birîndar
PeyamaKurd – Li navça Patnos a bi ser bajarê Agiriyê kesekî gumanbar bi sîlih jina xwe û bûrayê xwe kuşt. Xesûya xwe û jina bûrayê xwe birîndar kir.
Kesê kujer diçe mala xezûrê xwe û bi kesên malbatê re munaqeşe dike û paşî pev diçe. Bi pevçûnê de ewilî jina xwe B.T. û bûrayê xwe F.T.dikuje. Xesûya xwe H.T. û jina bûrayê xwe N.T.birîndar dike. Ji bo girtina gumanbar M.T., li seranserê bajêr polîs û cendirme xebat kir.
Di encama operasyona hêzên ewlehiyê de M.T. hat girtin. Di bin ewlehiya hêzên asayîşê de gumanbar birin dadgeha Patnosê. Dadgeh gumanbar şand zîndanê û dermankirina N.T. û H.T. li nexweşxanê dewam dike.