TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Peyasê di pevçûna 2 grûban de 8 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 17 berfanbar 2023 00:17

 

PeyamaKurd – Li bajare Diyarbekirê li navça Peyasê (Kayapınar) li taxa Talaytepe di navbera 2 grûban de pevçûna bi dar, kevir û çekan çêbû. Di pevçûnê de 8 kes birîndar bûn û hinek kesên ku ketin nav pevçûnê, hêzên asqayîşê wan xiste bin çav.

Li ser bûyerê tîmên 112an û yên polîsan çûn ciyê bûyerê. Tîmên 112an birîndaran birin nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya Gazi Yaşargil.

Di dema pevçûnê de xebatkarên Dicle Elektrîkê ji bo trafoya wê derê tamîr bikin û kontrola sayacan bikin li deverê bûn. 4 erebeyên aîdê Dicle Elektrîkê jî di pevçûnê xesarê dîtin.

Parve bike: