Kurdistan
Li Pîrana Amedê agir bi giyayên hişk ket û belave dibe
PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Pîranê (Dicle) agir bi gyayên hişk ket û belav bû. Tîmên îtfaiyê û cendirmeyan dixebitin da agir vemirînin.
Agir, li gundê Şêxmalan (Tepebaşı) destpêkir û di navbera mezrayên gund de belav dibe. Ji ber li ser rûyê erdê giyayê hişk pir heye, agir zû belav dibe.
Niha xebatên vemirandina agir dewam dike lê sedema derketina şewatê nayê zanîn.