TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Pirdê li dijî DAIŞê operasyon: Du çekdar hatin kuştin

Admin H
Nivîskar
📅 28 îlon 2026 11:31

PeyamaKurd - Hêzên Dijî Terorê yên Iraqê li navenda navçeya Pirdê ya ser bi Kerkûkê ve li dijî şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê operasyonek pêk anîn.

Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê du endamên DAIŞê şopandibûn û dema xwestine wan li herêmeke bêmirov bigirin, gumanbaran bi ser hestiyarî girtine û gule berdan e.

Di encamê de pevçûneke giran derket û di şer de her du endamên DAIŞê hatin kuştin, endamê sêyemîn jî li derveyî cihê bûyerê hate girtin.

Di navbera pevçûnê de xortekî Kurd ê bi navê Murad Zana ku li depoyeke nêzîk dixebitî, bi berketina guleyan jiyana xwe ji dest da û çend endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûn.

Rêveberê Nahiyeya Pirdê Ebdulmûtalib Necmedîn diyar kir ku ew ji operasyonê pêşwext nehatine agahdarkirin.

Malbata Murad Zana jî bertek nîşan da ku operasyon li nava avahî û cihên niştecihbûnê bi vî rengî hatiye meşandin; cenazeyê Zana duh hate veşartin.

Parve bike: