Kurdistan
Li Pirdê ya Hewlêrê droneke bombekirî kete xwar
PeyamaKurd - Polîsên Kerkûkê ragihand ku îro 30yê Çile piştî nîvro li nêzikî gundê Bîbaniyê yê navçeya Pirdê ya Hewlêrê droneke bombebarkirî ketiye xwarê.
Şahidan diyar kiriye ku li esman agir bi dronê ketiyê û piştre ketiye xwarê lê ti ziyanek çênebûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Koma Berxwedana Îslamî ya Îraqê ku ji milîsên Şîe yên Îran piştevaniya wan dike pêk tê, ji 17ê Kanûna 2023yan heta niha li Iraq û Herêma Kurdistanê 66 caran êrişî hêzên Amerîkayê kiriye. Heman komê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî 98 caran êrîşî hêzên Amerîkayê kiriye.Herî dawî 28ê Çileyê jî li sînorê Sûriye-Urdunê êrîşî baregeha Tower 22 a hêzên Amerîkayê kiribû ku3 leşkerên Amerîkayê can dabûn û bi qasî 40 leşkernan jî birîndar bûbûn.