TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Qamişloyê guhertina navên dibistanan nehat qebûlkirin

Admin H
Nivîskar
📅 21 gulan 2026 20:01

PeyamaKurd - Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyê, beriya destpêkirina ezmûnên xwendekaran ên ku biryar e di 4ê Hezîranê de birêve biçin, lîsteya navên dibistanên fermî yên li bajarê Qamişloyê guhert û wekî rênimayek ji rêveberiyên herêmî re şand.

Hate ragihandin ku Rêveberiya Dibistanan a Qamişloyê ev pêngava wezaretê qebûl nekiriye û lîsteya nû bi temamî red kiriye.

Li gorî agahiyan her çiqas hikûmetê pêşniyar kiribe ku navên zanyar, wêjevan û rewşenbîrên Kurd li dibistanan bên kirin jî, rêveberiya herêmî lîsteyeke xwe ya serbixwe amade kiriye û şandiye Şamê ku tê de navên hinek kesayetên Kurd û Ereb ên ji serdemên berê wekî xwe hatine parastin.

Navên nû cihên nîqaşê ne

Di lîsteya nû ya ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve hatiye guhertin de, navên serekî yên saziyên perwerdeyê rûbirûyî guhertineke berçav bûne.

Di vê çarçoveyê de, wezaretê navê Dibistana Şehîd Diyar wekî “Esed El-Dîn Şêrko”, navê Dibistana Şehîd Şervan wekî “Şeref Xan El-Bedlîsî-2”, navê Dibistana Şehîd Ferhad Kat wekî “Hitîn” (ku di dema rejîma Baasê de jî heman nav bû) û navê Dibistana Hesen Mehmûd Xelef wekî “Eqebe Bin Nafii” guhertiye.

Hate ragihandin ku Rêveberiya Dibistanan a Qamişloyê di peywendiya xwe ya dawî de amadekariyê dike ku vê lîsteya dawî jî bi fermî red bike û bersiveke hişk bide wezaretê.

Parve bike: