TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Qamisloyê teqîn: Herî kêm 3 kes mirin

PeyamaKurd
Edîtor
📅 19 sibat 2018 03:42

Li taxeke Xerbî ya bajarê Qamişlo yê otomobîlek hat teqandin û li gorî zanyariyên pêşîn di encama teqînê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê îşev berê êvarê otobîleke bombebarkirî hat teqandin û di encamê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha li gorî amareyên berdest gelek birîndar jî hene. Li gorî agahiyan otomobîleke bombebarkirî li nêzî cemedxaneyê teqiya û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Derheqê kiryarên mijarê de heya niha agahiyeke fermî nehatiye ragihandin.

Parve bike: