TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Qereçoxê di tunelekê de 7 terorîst hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 10 adar 2020 00:04

PeyamaKurd - Şaneya Ewlekariyê ya Irqê ragihand ku, di oprasyoneke dijî terorê de, 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Li gorî ragihandina şaneyê, piştî vedîtina hin tunelan li çiyayên Mekhûl ên li nêzî sînorên Sûriyê, wan operasyon dane destpêkirin.

Şaneyê diyar kir, wan 3 tunel li çiyayê Qereçox ên rêze-çiyayê Mekhûl vedîtine û da xuyakirin, hêzên dije-terorê 7 terorîstên di hundirê van tunelan de kuştine.

Şaneyê di daxuyaniya xwe de diyar kir, dibe çekdarên hatine kuştin DAIŞî bin.

Parve bike: