Li Qersê ser derket, leskerek mir û 2 lesker jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Li navçeya Qaxizman a Qersa Bakurê Kurdistanê di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derket û di encamê de leşkerek hat kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.
Li gor medya Tirkiyê, li herêma Çemçeyê ya navçeya Qaxizmana Qersê yekîneyên komando yên Tirkiyê operasyonek pêk anîn. Di dema operasyona komandoyên Tirkiyê de şer derket û di encama şerî de 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn û birîndar bi helîkopterê bo Navenda Lêkolînên Bijîşkî ya Zanîngeha Kafkasyayê hatin veguhestin.
Li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxeleyên pêwîst yên tendirustiyê leşkerekî tirk can da û pêvajoya dermankirina herdu leşkerên din berdewam dike.
Herwiha hat ragihandin ku di encama şer de 3 gerîlayên PKKê jî jiyana xwe ji dest dane.
Hêjayî ogtinê ye ku PKKê heta niha derbarê bûyerê de tu daxuyanî nedaye.