Kurdistan
Li Qilabanê qezaya otobusê: Şofêr mir û 14 kes birîndar bûn
PeyamaKurd - Li navçeya Qilabanê ya Şirnexê di encama lihevqelibîna otobusa rêwiyan û tirê de qezayeke giran pêk hat.
Di qezayê de otobusa ku ji Antalyayê ber bi Colemêrgê ve diçû, li nêzîkî bajarokê Kêlayê (Hilal) ji aliyê beramber dihat qelibî û piştre li banê malekê xist.
Piştî agahdariyê, tîmên tenduristiyê, cendirme û AFAD sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birîndar veguhastin nexweşxaneyên Şirnex û Qilabanê.
Şofêrê otobusê Sabri Yumak ê ku di qezayê de giran birîndar bibû, tevî hemû midaxaleyên bijîşkî yên li nexweşxaneyê nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Dermankirna 14 birîndarên din li nexweşxaneyan berdewam dike û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.