TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Reqayê saneyeke vesartî ya DAISê hat girtin

📅 23 mijdar 2019 14:05

PeyamaKurd - Hêzên Ewlekariya Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê ragihandin, ku li bajarê Reqayê şaneyeke veşartî ya DAIŞê hatiye girtin, ku ji 14 kesan pêk tê.

Li gorî daxuyaniya hêzên asayîşê, di encama operasyonekê de, bo ser şaneyeke veşartî ya rêxistina terorîst a DAIŞê, ku 14 kesan pêk dihat, hat girtin ku 3 ji wan jin in.

Li gorî agahiyên berdest, wê şaneya veşartî ya DAIŞê, endamên wê rêxistinê ji cihên cuda vediguhestin nav sînorê Rojavayê Kurdistanê, da ku êrîşan encam bidin.

Kesên ku hatine desteserkirin, kadroyên destpêkê yên rêxistina DAIŞê ne, ku niha bi rêkxistina şaneyên veşartî re mijûl eleqedar dibin.

Parve bike: