TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rihayê 6 apartman û 2 mal xistin karantînayê

Admin M
Nivîskar
📅 25 nîsan 2020 23:33

PeyamaKurd- Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Rihayê 6 apartman û 2 malan bi sedema kovid-19 ê xistin karantînayê. Karantîna, bi biryara parêzgehê û bi biryara heyeta Hivzisihayê hat dayîn.

Li gor ragihandina parêzgeriyê; li nava bajêr li taxa Xelîliyê û Eyyûbiyê, li Pirsûsê li taxekî, li Bozhewayê li taxekî, li Bîrecûkê li taxekî, li Wêranşehrê li taxekî bi tevahî 6 apartman û 2 mal xistin karantînayê. Di hinek kesan de bi sedema ku kovid-19 hat tesbîtkirin, ev biryar hat dayîn û wê 14 roj dewam bike.

Parve bike: