TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rihayê êrîs: Birayek hat kustin, yê din jî birîndar bû

Admin H
Nivîskar
📅 12 berfanbar 2021 22:30

PeyamaKurd - Di êrîşeke çekdarî de ku li taxa Haleplîbahçe ya bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê pêk hat de, birayek hat kuştin, birayê din jî birîndar bû.

Li gorî zanyariyên medyayî piştî nîqaş û gengeşiyên navbera du aliyên ku tê texmînkirin xizmên hev in, bi çekan êrîşî du birayan hatiye kirin.

Di bûyera li taxa Haleplîbahçe ya Rihayê rû daye de, birayên bi navê Nihad û Cemil Birgul birîndar bûne û Nîhad Birgul li nexweşxaneyê can daye.

Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê lêpirsîn dane destpêkirin ku sedema bûyerê hîn ronî nebûye.

Hat zanîn, Nihad Birgulê ku hatiye kuştin ji bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê ji bo beşadarî şînekê bibe hatibû Rihayê.

Parve bike: