TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rihayê ji bo 4 rojan qedexe hate ragihandin

Admin H
Nivîskar
📅 29 mijdar 2023 21:22

PeyamaKurd – Parêzgariya Rihayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çarçoveya yasaya çalakiyên xwepêşandan û meşan de, biryar hatiye wergirtin ku ji bo 4 rojan hemû çalakîyên qadên vekirî bên qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê, dê tenê destûr bo çalakî û bernameyên bi destûra parêzgarî û qeymeqamtiyan bê dayîn.

Hate diyarkirin ku dê qedexe heta demjimêr 23:59 2yê Kanûna 2023yan li nav sînorên bajarên Rihayê dewam bike, lê sedema vê qedexeyê nehate eşkere kirin.

Parve bike: