Kurdistan
Li Rojava 2 kes wefat kirin û 369 kes bi Kovid-19 ê ketin
PeyamaKurd – Desteya Tenduristiyê ya Rêvebiriya Xweser rewşa Kovid-19 ê li rojavayê Kurdistanê ragihan û got ku 2 kes ji ber Kovid-19 ê can dane û 369 kes îro nexweş ketine. Hevserokê desteyê Dr. Ciwan Mistefa rewşê weha ragihand:
5.247 kes heya niha nexweş ketine.
135 nexweş heya niha wefat kirine.
771 nexweş heya niha baş bûne.
269 kes îro nexweş ketine.
2 nexweş îro wefat kirine
15 nexweş îro baş bûne.
Kesên îro nexweş ketine bi hesêb jîngehên wan, ji wan 47 kes li Hesekê, 87 kes li Qamişlo, 59 kes li Dêrikê, 14 kes li Girkê Legê, 7 kes li Amûdê, 12 kes li Dirbêsiyê, 36 kes li Reqayê, 1 kes li Rimêlanê, 1 kes li Cil Axa, 8 kes li Tirbe Spiyê, 1 kes li Til Temir, 22 kes li Minbicê, 24 kes li Tebqayê ne.