Li Rojava kesekî din can da û hejmara pêketiyan jî 20 zêde bû
PeyamaKurd – Desteya Tenduristiyê ya li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku hejmara hejmara kesên ji vîrusa koronayê li herêmên wan can dane gihîştiye 4an û hejmara pêketiyan jî bûye 86 kes.
Li gorî daxuyaniyê 11 haletên nû yên korona li Hesekê, 3 li Qamişlo, yek li Dêra Zorê, yek li Kobanê û 4 jî li Şehba hatine tomarakirin.
Desteya Tenduristiyê da xuyakirin ku kesekî 83 salî li bajarê Hesekê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye.
Bi vî awayî jî nû re hejmara dawî ya pêketiyên koronayê gihîşt 86 kesan û 4 kesan jî jiyan xwe ji dest da.
Heta niha tenê kesek ji vîrusa koronayê baş bûye ku 4ê Tebaxê yekem haleta mirinê li Şehbayê hatibû tomarkirin.
Rêveberên Rojavayê Kurdistanê balê dikişînin ser derfetên kêm û ji gel dixwazin pabendî tedbîrên tenduristiyê û xweparastina ji vîrusa koronayê bin.