Li Rojava vedîtina KÎDa ku Covid19 di 30 saniyan de tesbît dike hat ragihandin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro 20ê Adarê civîneke rojnamevanî li hola civînan li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo li dar xist û tecrubeya ku dikare nexweşiya vîrusa koronayê ya nû Covid19 di 30 çirkeyan de teşhîs bike ragihand.
Hat ragihandin ku ev yek bi encama keda hevpar a Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û peymangeha PIS a Swêdê pêk hatiye.
Li gorî nûçeya ANHAyê Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa got: "Bi belavbûna vîrusa Koronayê li tevahî cîhanê û rewşa metirsiyê di navbera tevahî cîhanê de û lezbûna belavbûna wê, laboratuarên (taqîgeh) cîhanê bi lez hewl didin vîrusê zû teşhîs bikin û dermanan jê re bibînin."
Di civînê de Dr.Ciwan Mistefa bibîr xist ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî kadroyên wê tevî derfetên kêm û rewşên ku tê re derbas dibin, hewl da piştgiriya li hember vîrusê bike ku gefên li tevahî mirovahiyê dixwe.
Mistefa ragihand ku piştî xebata hevpar û bênavber a Desteya Tenduristiyê û peymangeha PIS a Swêdê vedîtineke nû di laboratuarên xwe de dîtine û wiha got: "Bi rêya tîma xebata pispor û diyarkirî, me karî gelek tecrube û lêkolînan bikin ku bi encamên pir baş pêk hatin, herwiha dê ev encam piştevaniya dorpêç û serweriya li vîrusa Koronayê ya xeternak û kujer bike."
Mistefa diyar kiriye ku ew gihîştin tecrubeya “KÊD” ku dikare nexweşên vîrusa nû di 30 çirkeyan de teşhîs bike, herwiha ev vedîtin berhema xebata hevkar a Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser û peymangeha PIS a Swêdê ye.
Dr. Mistefa dibêje, heta niha tu kes negihîştiye vê KÊDê ku dikare nimûneyekê ji belxema kesên nexweş bibe û test bike.
Di dirêjahiya axaftina xwe de Mistefa gotiye: "Ev vedîtin û KÊD encama dawîn a lêkolînên hevpar e û hevrikeyeke li ser asta tevahî cîhanê ye ku heta niha negihîştine vê encamê. Ev vedîtin li 3 nexweşxaneyên Wohan a Çînê hatin tecrubekirin, her wiha encamên wê ji sedî 80 heta 85 erênî bûn."
Mistefa di dawiya axaftina xwe de diyar kiriye, "Cudahiya vê tecrubeyê ew e ku dikare bertekên ku di xwîna spî (spîgilorik) ya di laşê mirov de ber bi tiştekî biyanî de dilive, binase, herwiha tê de tu madeyên kîmyewî yên zirarê bigihînin mirov tune ne û tu zirarê nagihîne hewayê jî, bi wateyeke din ewle ye."