TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojavayê Kurdistanê 113 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Admin L
Nivîskar
📅 17 cotmeh 2020 17:30

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê di 24 saetên dawî de, 113 kesên din bi Koronayê ketin û 3 kesan jî can dan.

Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê Ciwan Mistefa di derbarê amarên nû de diyar kirin, her sê haletên nû ên can dane ji Dêrîkê û Girkê Legê û Amûdê ne.

Ciwan Mistefa da zanîn, 113 pêketiyên nû 3 jê li Hesekê, 4 li Qamişlo, 1 li Dêrîkê, 1 li Girkê Legê, 1 li Rimêlan, 2 li Amûdê, 38 li Reqeyê, 26 li Kobanê, 23 li Minbic, 14 jî li Tebqayê ne.

Mistefa amaje bi wê yeke kir, 3 pêketiyên berê jî ji wê vîrûsê baş bûne.

Li gor amarên Desteya Tendirustiyê, li Rojavayê Kurdistanê heta niha li navçeyên desthilata Rêveberiya Xweser, 2 hezar û 852 kes bi Koronayê ketine û ji wê hêjmarê 93 kesan can dane û 623 kes jî ji wê vîrusê baş bûne.

Parve bike: