Kurdistan
Li Rojavayê Kurdistanê 41 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û li herêmên Rêveberiya Xweser, 41 kesên din tûşî vîrûsa Koronayê bûn.
Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 41 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. 9 kes li Hesekê, 10 kes li Dêrikê, 6 kes li Qamişlo, 9 kes li Girkê Legê, 2 kes li Dirbêsiyê, 3 kes li Amûdê, 1 kes li Çilaxa û 1 kes li Til Temirê ne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihişt 1711 kesan, ji wan 67 kesan jî can dane.
Dr. Ciwan Mistefa da zanîn, bi başbûna 14 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 451 kesan.