Li Rojavayê Kurdistanê banga xwepêşandanên zimanê Kurdî hat kirin
PeyamaKurd - Li seranserê Rojavayê Kurdistanê, ji bo şermezarkirina sînordarkirina zimanê Kurdî di warê perwerdeyê de bangên çalakî û xwepêşandanên girseyî hatin kirin.
Malbatên şehîdan, saziyên çandî û komên cuda yên civakê bang li xwendekar, malbat û hemû xelkê kirine ku îro dakevin kolanan û li dijî van biryaran nerazîbûna xwe nîşan bidin.
Beşdarên çalakiyan bi dirûşma "Zimanê dayîkê xeta me ya sor e" tekez dikin ku ew dê bi her awayî li dijî her hewldaneke ku dixwaze zimanê Kurdî ji qada perwerdeyê dûr bixe bisekinin.
Tê çaverêkirin ku ev bertekên girseyî li bajarên wekî Qamişlo, Hesîçe, Kobanê, Amûdê, Dêrik, Dirbêsiyê, Tirbespî û Girkê Legê bi berfirehî bên lidarxistin.
Daxwaza sereke ya xwepêşanderan parastina mafê xwendina bi zimanê dayîkê û betalkirina wan biryaran e ku zimanê Kurdî li dibistanan sînordar dikin.