Kurdistan
Li Rojavayê Kurdistanê betlaneya Newrozê ya 2 rojan hat ragihandin
PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ji bo Cejna Newrozê du roj betlane ragihand.
Li gorî biryara Meclîsa Rêveber ya Rêveberiya Xweser rojên 21 û 22yê Adarê betlaneya fermî ye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, li hemû sazî û daîreyên fermî yên Rêveberiya Xwser roja Duşemê û Sêşemê 21 – 22yê Adara 2022yan betlane ye.
Herwiha hatiye diyarkirin, ji bilî saziyên ku taybetmendiya karê wan cuda ye, hemû saziyên din pabendî vê betlaneyê ne.