Li Rojavayê Kurdistanê dema tomarkirina nasnameyan tê dirêjkirin
PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Karûbarên Sivîl a Sûriyeyê Ebdullah El Ebdullah, ji bo şopandina karên tomarkirina kesên ku nasnameyên wan nîn in, serdana bajarê Hesekê kir. Serdan di demekê de pêk hat ku biryar bû sibe (6ê Gulanê) dema tomarkirinê bi dawî bibe.
El Ebdullah li avahiya Meclisa Bajarê Hesekê bi rayedarên herêmî re civiya û guhdarî li pirsgirêkên karmend û welatiyan kir. Di civînê de Hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Farûq Tozo û nûnerên Komîteya Entegrasyonê amade bûn.
Hate diyarkirin ku ji bo tomarkirina hemû kesên mayî, pêdivî bi demeke zêdetir heye daku sîstema tomarkirinê bi awayekî serkeftî bi dawî bibe.
Civîna biryarê ligel Parêzgar hat kirin
Her çend di vê serdanê de biryara dawî ya li ser dirêjkirina demê nehate dayîn jî, hat ragihandin ku dê di demeke nêz de civîneke berfireh ligel Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed were lidarxistin. Di vê civînê de dê îhtîmala dirêjkirina dema tomarkirinê bi awayekî fermî were gotûbêjkirin daku hemû welatiyên li herêmê karibin mafên xwe yên nasnameyê bi dest bixin.