TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojavayê Kurdistanê helîkpotereke rûsî ket

Admin H
Nivîskar
📅 28 sibat 2021 16:33

PeyamaKurd - Helîkoptereke Rûsyayê li bajaroka Til Temir a Rojavayê Kurdistanê kete xwar ku hîn sedema ketina helîkopterê nehatiye eşkerekirin.

Li gorî zanyariyên xwecihî, helîkoptereke Rûsyayê di navbera gundên Reyhaniye û Qasimiye li bakurê rojavayê Til Temirê kete xwar û li gorî agahiyên destpêkê ti ziyaneke canî çênebûye.

Heta niha li ser sedema ketina wê helîkopterê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn ku cihê helîkopter ketiye 2 kîlometran dûrî baregeha rûsî ye.

Parve bike: