TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojavayê Kurdistanê leskerekî Amerîkî can da

Admin H
Nivîskar
📅 22 tîrmeh 2020 17:18

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ragihand ku leşkerekî Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye û ew derbarê bûyerê de lêkolînê berdewam dikin.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê îro 22yê Tîrmehê derbarê bûyera doh a wergerîna wesayîteke leşkerên Amerîkî de daxuyanî da û ragihand, roja Sêşemê 21ê Tîrmehê endamekî wan li Sûriyê jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, li gorî agahiyên destpêkê, bûyer ji ber pevçûnên ligel dijmin çênebûye, lê belê behsa çawaniya pêk hatina bûyerê jî nehatiye kirin.

Hevpeymaniyê diyar kir lêkolînên li ser wê bûyerê berdewam dikin.

Parve bike: