Li Rojavayê Kurdistanê qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd - Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ji ber zêdebûna belavbûn û mirinên vîrusa koronayê biryara çend tedbîrên nû da û ji bo hefteyekê jî qedexeya qismî hat ragihandin.
Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de wiha hatiye gotin:
“Ji bo rêgirtina li pêşiya xetereya belavbûna vîrusa koronayê û li gorî berjewendiyên giştî, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar dan:
1- Qedexeya derketinê ya beşî ya 7 rojan li tevahiya herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê ferzkirin ku ji Înê 23-04-2021`an û roja pêncşemê 29-04-2021`an bi dawî dibe. Qedexe ji saet 5`ê êvarê heta saet 7`ê sibeha roja din e. Li rex wê jî qedexeya derketinê ya giştî ya li ser herêmên Cizîr û Tebqayê berdewam e.
2- Hemû dergehên sînor ên girêdayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên girtin, tenê li pêşiya rewşên mirovî, nexweş, xwendekar û tevgera bazirganiyê re tên vekirin.
3- Ji qedexeya giştî dikanên firotina madeyên xwarinê û sebzeyan tên îstîsnakirin bi şertê ku ji saet 08:00`an heta 5’ê êvarê vekirî bimînin.
4- Tevgera cotkaran û karkeran di dema qedexeyê de li gel girtina tedbîrên xweparastinê tên hêsankirin.
5- Ji qedexeyê nexweşxane, rêxistinên mirovî, rojnamevan, firin û stasyonên sotemeniyê tên îstîsnakirin. Xwaringeh jî tenê servîsên derve dê pêşkêş bikin.
6- Dewama sazî û gerînendetiyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dirêjahiya dema qedexeyê de tê taloqkirin. Tenê daîreyên ku divê xebatên xwe berdewam bikin, ji biryarê tên îstîsnakirin.
7- Divê hemû welatî pabendî girtekên qedexeyê û tedbîrên xweparastinê bin û maskan bi kar bînin.
8- Divê hemû aliyên têkildar vê biryarê pêk bînin.”