Li Rojavayê Kurdistanê rewsa dawî ya Covid-19 hat eskerekirin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 43 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî mirine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, di daxuyaniya îro 1ê Çileya 2021ê de, ragihand ku 43 kesên din li Rojavayê Kurdistanê bi koronayê ketine û 3 kes jî bi wê nexweşiyê mirine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê da xuyakirin ku 43 kesên bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, 8 kes li Hesekê, 7 kes li Qamişlo, 8 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Tirbespiyê 4 kes li Kobanî, 9 kes li Tebqayê, 2 kes li Reqayê, 2 kes li Minbicê, 1 kes jî li Şehbayê ye.
Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku di nav 24 demjimêran de 10 kes jî baş bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî re, hejmara pêketinên vîrûsa koronayê gihîşt 8067 kesan, ya mirinan bû 274 kes û heta niha 1148 kes jî baş bûne.