TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojhilat qezaya trafîkê: 3 kesan can da

Admin H
Nivîskar
📅 23 mijdar 2026 11:44

PeyamaKurd - Li ser rêya sereke ya deriyê sînor yê Seroyê ya li nêzîkî bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama lihevdana du otomobîlan de 3 kesan canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn ku di nav birîndaran de jin û zarok jî hene.

Çavkaniyeke herêmî diyar kir ku qeza êvara duh saet li derdora 20:00an rû daye.

Di rûdanê de du welatiyên xelkê navçeya Geverê ya Colemêrgê Îskan Duman û Emîn Dilbîlîr li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan; ajokarê otomobîla din Efşar Axcanî yê xelkê gundê Melunî yê Urmiyeyê jî piştî ku bi giranî birîndar bû û hat veguhastin bo nexweşxaneyê piştî hemu hewldanan wîjî nexweşxanê can da.

Malbatên Dilbîlîr û Duman ji bo wergirtina cenazeyên wan di deriyê sînorî yê Esendereyê re derbasî Îranê bûn.

Li gorî amarên fermî yên Saziya Bijîşkiya Dadî ya Îranê, ji adara 2025an heta adara 2026an li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber xirabiya rêyan, nebûna ewlehiyê û kêmasiyên teknîkî yên wesayîtan di qezayên trafîkê de 19 hezar û 540 kesan canê xwe ji dest dane.

Parve bike: